Di Şador da karektera jinê: Besna
12 mins read

Di Şador da karektera jinê: Besna

Hal û wext û tevgirtina li hemberî evînê a karekterê me ya bi navê “Besna” prototîpa civaka jinên Rojhilata Navîn e. Besna hêmakirina xwendayên jinên durd dide der. Li hemberî derve xurt, serbilind û ji li ser esasên xwe yê li dijî civakê tawîz nadeyî, li aliyê din jî li hemberî evînê çok dayîn. Sewda gav bi gav teslîm kirine ev meseleya evînê li gor civak û gelan jî diguhere, lê evîn li serensarê cîhanê li ser lingek rabûye. Eşq çiqaş aloz be jî di nav xwe da pergalek ava kiriye. Çaxê meriv dikeve kulmoza evînê êşên ku li ser can û rihê meriv diqewime û bi her derziya mozê va li hemberî êrîş û derdan rih û dil bexşangiyek xurt ava dike. Besna bi sekna Rizgan -dibîne ku bêhtir xwe jê dûr dixe û bi giranî xwe tevdigire- zêdetir diçe ser.

Di navbere evîna Besna û nêzîktiya Rizgan da newalek mezin em dibînin. Gelo Rizgan hezkirina xwe li ser qeydeya civakê xelas bike ketiye nav felsefeya hezkirinek cuda? Hezkirina Rizgan li gor hezkirina fêrbûyî û doxmatîk dilê xwe venake ka em ji Besna hevokek bixweynin; “Erê, nerm… Dimam şaş û metel. Çawa çêdibû nermahiyeke wisa di ruhê mêrekî de çêdibû”[r.16] Besna di cikavekek mêrî da jiyaye desthilata patriyarkal da çavên xwe vekiriye. Bo vî jî çaxê leqaye Rizgan tê şaş û metel dimîne. Besna didomîne; “Na, ne hezkirineke mêyane bû. Lê ne nêrene bû jî…”. Rizgan di destpêkê da notr e hest û deriyê dilê xwe zû bi zû venake. Ji xwe Besna li ser vê nêziktiya Rizgan devgazîniyê jî dike. Rizgan di hiş û dilê xwe da nêrbûnê binpê kiriye û bi tevgirtina xwe Besna azadbûnê hîs dike. Dîsa em vegeriyan hezkirina desthilata mêr/an. Ma jinek di nav civaka kurdan de bi hêza xwe ya ji hindir nikare azad bibe? Na. Mixabin li Rojhilata Navîn ji bo hemû civakan wisa ye. Ev rastî çiqas bo pêşerojê li me asteng be jî bi têkoşîna jinên azad ev pergal hatiye şikandin lê bi temamî ji ortê ranebûye. Bedelên ku hatine dayîn û encama ku di destê me daye hevûdin temam neke jî xwe gîhiştandiye heta radeyek. Civakên Rojavayî jî li ber jinan asteng û set in. Lê civaka Rojavayiyan li gor civakên bi paş va çûyî gelek li pêş in.

Di nivîsa din da “ev her du karekter ji vêga ji dîrokê re mane” bi hinceta vê hatibû diyar kirin. Îlle ew ê ji mêren pişt bigirin ku jin azad û serbest bibin. Tiştê ku Rizgan dike ev e. Û Rizgan çi qas bi vê nêrînê tevdigere Besna bêhtir bi ser evînê va diçe. Belê Rizgan çima ketiye nav ev derûniyê? Çima xwe bi veşartî dike gernasê Besnayê? Derbarê heyranbûna Besnayê da ezê mînakan bidim; “Jixwe ew di nav firehî û mezinîya zimên de rabûbû, pê mezin bûbû.”[r.19]. Em ji vê hevokê fêm dikin ku Rizgan li ser zimên dixebite û li ser zimên serkeftiye. Besna li hemberî Rizgan yek jê ev heyranbûna wê zimên bikaranîne; “Ecêb bû. Ez di xwe de diheyirîm. Pêwendiyeke cihêreng bû. Min nedikarî bêjim zimanekî mezin pê re heye, berevajiya wê, ew bi meziniya ziman re bû û wisa xuyabû ku wan xweş li hev kiribû û li hev banîyabûn.”[r.20].

Rizgan di xizmeta zimên da Besna kiriye bandore xwe. Ev bandora ewil e. Besna jî em fêm dikin ku demek be jî ji zimanê xwe dûr ketiye, piştre leqayê Rizgan hatiye û dîsa ketiye nav fereseta zimên. Rizgan bersivek kin û kurtasî dide Besna; “Ez çi gava dikevim nav behre zimên û dest bi soberîyê dikim, her gavê xwe ji gava berê nezantir û naşîttir hîs dikim…”[r.20]. Rizgan bi zimên û li ser xebatên ziman da hîs a dilnizmiyê dide Besna û bi vê rêyê carek din di dilê Besna da ji xwe re cihek ava dike. Bi dilnîzmiya xwe Rizgan bandora duyem li ser Besna ava dike. Veşartîbûna gernasbûna Rizgan bi min ji vir destpê dike. Besna jî Rizgan jî têkîliyên klasîk gelek caran tevdigerin, hem ji hezkirinên xwe bawer in hem jî di dilê wan da dubendiyek ber devkendalî her tim li paşxeneya evînê da zindiye û heye. Têkçûn di qedere wan da her tim xwe dide nişandan û di romanê da xwe dide hîs kirin. Jixwe nameya Besna têkçûnê di destpêkê da destnîşan dike. Bi min ew name hinek mereqa romanê xistiye. Çiqas ew name mereqê mevred/törpülemek kiribe jî bi qasî wî jî di hişê xwîner da mereqê dide ber dînamîtan.

Wek li ser tiştek derpêşî bidî pêşiya xwe; tu hem zanî hem nizanî. Vêga em çend hevokên din jî bixweynin hem hezkirina wan hem jî dubendiya ku dilê wan da diqewime ji Besna em guhdar bikin; “Erê. Xweş pê dihisiyam. Di nav warê hezkirina wî de bûm. Lê dîsa jî, ji ber tiştekî xerîb, ji ber tiştekî nenas, cihê pê dihisîyam. (…) Lê dîsa jî, min xwe ji derveyî hezkirina wî hîs dikir.”[r.20]. Rizgan heyîrîna Besna fêm dike û birsevek dide; “Ez nikarim mêrbûna xwe tev li hezkirineke berevêtî û sermisanî bikim… Hewce ye, hezkirin di şûn û kakilê xwe de bi keys bibe…”[r.21]. Em ji vê bersivê fêm dikin bi lezbûna Besna, Rizgan hêdî dajo bila bi lez û bez wek agirê kayê bi hewa re têk neçe. Rizgan bi aliyek va jî hezkirinê bi çawa û bi çawayî dibe fêrî Besna dike. Rizgan ne tenê di dilê Besna cih kiriye di hişe wê da jî hêlinek ava kiriye. Hêza evîna Besna li gor hêza Rizgan hêztir e û şidandiye. Gelo Rizgan di destpêkê da cihê Besna diyar kir? Belê diyar kiriye li gor hezkirina xwe Besna neqiş dike. Besna bi Rizgan re çi qas xwe azad û serbest hîs bike jî bi helwesta Rizgan va îradeya xwe ji destê xwe nîvcoyî berdaye. Çimkî desthilata mêren da jin bi nêrînên wan “lê bi cih dikin/konumlandırma”.

Çi baş çi nêrînek pêşketî be her tim mêr û zihniyeta mêrbûnê cih û war diyar dike ji jinê re. Rizgan jî li gor civaka patrîarkal hin tişt di hiş û dilê xwe da binpêkiribe û xwe jê dûr xistibe jî ketiye nav çanda ku bi hezar sala dimeşe “lê bi cih kirinê” û “cih tayînkirinê”. Roman li ser “ew” û “ez” di pê re analîtîka derûniya kesayetê xwe temam kiriye.

Me gotibû nivîsa din da Besna li hemberî Rizgan karekterek heşifandî/silik ye. Pêşî em her du karekteren nas bikin. Bi şik û şemal em teswirek nabînin. Dîsa em teswirek kûr û hûr jî naxweynin û nabînin. Roman zêdetir li ser nêrîn, hest û bi bîranînan hatiye meşandin. Rizgan çi karî dike (li ser xebatên wî yên zimên em ti tişt nizanin), Besna rojên xwe bi çi awayî dimeşine em nizanin. Pêşiya Rizgan sê mêr ketine jiyana Besna, li hêla Rizgan va agahiyek ji binî tineye. Lê em malbata Rizgan ji devê wî hîn dibin. Di malbatek çawa da gîhiştiye di kîjan astan da derbas bûye serdevkî be jî hin agahî dikeve deste me. Lê ew agahî jî kêm e. Dê bav û zarokek heye. Şador romanek sergirtiye bi şîfre û hinartinan hatiye nivîsandin. Atmosfere romanê hest û bi pê re felsefeyek li dar dixe. Felsefeya hezkirinê, têkîliyên di navbere her du zayendeyan -têkîliyên homoseksuelî jî tê da- klasîkbûna wan rexne dike an destnîşana helwestên wan redixe ber çavan. Dilawer Zeraq ev bi helwesta karektera Besna derxistiye pêş. Têkîliyên ku di civakek nêrî da hezkirina jinek bi çi alî va hatiye berjêr kirin eyan beyan em di romanê da dixweynin. Rih û bedena Besna çi qas mêyî be ew qas di esasê xwe da bi ber nêriyê va jî bêpirs diçe.

Piştî xwendina romanê ev encam derdikeve meydanê. Helwesta Rizgan ku li hemberî evînê û bi temamî jiyana wî, kêmasî û travmayên wî bi rêya veşartî hatiye honandin. Piştî vê nivîse ezê li ser karektera Rizgan û malbata wî berfirehî biseknim, her tişt di malbatan da destpê dike. Roman ji sed û pencî rûpel pêktê. Şador bi min di navberê çîrok û romanê daye. Yanî em dikarin wek novella jî destnîşan bikin. Zeraq teknîkek nû bikarneaniye di nava wextek da diçe û tê: dema borî.

Nivîskar cih daye bîranînên Rizgan lê em bîranînên Besna nabînin. Navenda romanê Rizgan e, Besna li derdore Rizgan diçe û tê. Karektera mêr bi destê jinek tê xurt kirin. Temenê her du karekteren jî ne diyar e. Meriv ji axaftinên wan da derdixe ku temenên wan teqrîben li derdore sî û çilî daye. Her du karekter jî melenkolîk in. Rizgan melenkolîkbûna xwe bi bêdengiyê binpê kiriye û bi hişek provakatîf yanî zorê dide derdora xwe, çi pirs çi bersiv çi bi bêdengiya xwe. Besna jî bi bêdengiya Rizgan va dikeve nav bîra melenkoliyê, fêm kirin û barê wate derxistin bi destê nivîskar ji Besna re hatiye hiştin. Rizgan ji nû va dixwaze Besna vejîne. Çima û li gor çi dixwaze dîsa ji nû va çavê xwe veke? Di romanê da Besna wek mîhengek/kobay jî meriv dikare bixweyne û analîze bike. Çimkî îredeya Besna li hemberî Rizgan gelek î qels e. Dibe ku nivîskar ev qels bûnê destnîşan bike û eynikek li hemberî jinên civakê re deyne. Belkî Besna bi wî awayî hebûna xwe neqiş dike an hebûna xwe di dilê Rizgan da dibîne. Besna ne tenê aîdê civaka me ye ew aîdê Rojhilata Navîn e. Aîdê civaka ku jinê teslîm bigire û emel û armancên xwe li ser bimeşîne. Besna zayîna civakên ku bi têkîliyên xwe da neheqî û zordestî dihewînin hêma dike. Besna li hemberî evînên bêbersiv ji dil xwe teslîmê sewdayê kirinê bibîr dixe. Û di dawiya dawî da Besna nagîhije armanca xwe û bi dilek şikestî çav li paşmayî ji meydanê winda dibe. Êş û elemên Besnayê ji mala me ye û li ber serê me ye. Ew ê nivîs bajo…

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir